Her helbest, stranek; her stran, helbestek e. Hin jê ji dema xwe diborin, hin jê li hêviya dema xwe dimînin hin jê jî dihêne jibîrkirin. Di her dema jiyanê de, di her rewşa mirov de û di her gotinê de rîtmekî veşartî heye. Di xwezayê de notayek veşartî heye. Hin jê nekare xwe veşartî bigre û derdikeve holê. Hin jê bi sebr in û li hêviya dema guncaw disekinin. Em bi hêvî ne ku bi bernameya Her Helbest, Stranek de bi helbest û stranên ji hev xweştir hûn dê 45 xulekên bi kêf bijîn.